23 Tebax 2017•Rojanekirin: 24 Tebax 2017
ÎSTANBUL
Li Bahçelîevlerê ji ber îdiaya bazirganiya hişbirê kirine 11 kes hatin binçavkirin.
Li gor agahiyan tîmên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Sûcên Narkotîk a Midûriyeta Ewlehiya Stenbolê li hember kesên bazirganiya hişbirê dikin xebat dan destpêkirin.
Tîman li Bahçelîevlerê di 14 navnîşanan de operasyonên hevdem kirin.
Tîmên taybet û firokeyên polêsan jî piştgirî dan û di operasyonê de hinek hişbir hat bidestxistin û 11 şikbar jî hatin binçavkirin.