10 Nîsan 2017•Rojanekirin: 10 Nîsan 2017
BURSA
Li Bursayê di operasyonên dijî PKK û MLKPya rêxistinên terorê de ji 30 kesên ku hatibûn binçavkirin jê 10 kes sewqî dadgehê bûn.
Li gor agahiyan tîmên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlehiya Bajêr di 3yê nîsanê de operasyoneke hevdem kirin û 30 kes binçav kirin.
Ji 30 kesan kar û barên fermî yên 10 kesan temam bû û ew sewqî dadgehê bûn. Kar û barên fermî yên 20 kesan jî hê li ewlehiyê dewam dike.
Tîmên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlehiya Bursayê di 3yê nîsanê de li dijî PKK û MLKPya rêxistinên terorê operasyoneke hevdem kiribûn. Di van operasyonan de 30 kes hatibûn binçavkirin, di navnîşanan de jî gelek dokuman û materyalên rêxistinî hatibûn bidestxistin.