10 Nîsan 2017•Rojanekirin: 10 Nîsan 2017
ÎZMIR
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Bînalî Yildirim got, "Mesele ne mirov in, sedema meseleyê pergal e. Pergalê duserîtî pênase kiriye, pergalê 2 heb îrade pênase kirine, ji van herdu îradeyan jê yek dê dev ji emilandina hêza xwe berde. Helbet ew jî tê wateya xwedîderneketina erka ku welatiyan daye. Hal ew e ku di dewletê da ji bo birêvaçûna kar û şixul divê îrade yek be, ciyê ku lê îrade tunebe îdare jî tuneye."
Serokwezîr Yildirim beşdarî bernameya "Digel Îsmaîl Kuçukkaya Saet Zeng" a Fox TVyê bû û rojev nirxand.
Li ser pirsa "Di navbera we û Serokomar da duserîtî çêbû?", Yildirim wiha got, "Peywendiya me ya şexsî beriya em bên ser van peywiran jî hebû. Em ji salên 70yî vir va bi hevra ne, em bi hev baş beled in. Mesele ne mirov in, sedema meseleyê pergal e. Pergalê duserîtî pênase kiriye, pergalê 2 heb îrade pênase kiriye, ji van herdu îradeyan jê yek dê dev ji emilandina hêza xwe berde. Helbet ew jî tê wateya xwedîderneketina erka ku welatiyan daye. Hal ew e ku di dewletê da ji bo birêvaçûna kar û şixul divê îrade yek be, ciyê ku lê îrade tunebe îdare jî tuneye."
Serokwezîr Yildirim der heqê rexneya ku Pergala Hikûmeta Serokomariyê dibe sedema yekbûna hêzan da jî wiha got, "Ev pergal di rastiyê da cudabûna hêzan zelal dike. Di ya beriya niha da cudabûna hêzan tune."
"Prîma sîgortayê û denynên bacê yên esnaf dê bê verastkirin"
Serokwezîr Yildirim destnîşan kir ku piştî Parlemento vebû, ewê ji bo esnafê ku ji Hezîrana 2016an şûnda karê wan baş dewam nekir, prîma sîgorteyê û deynên wan ên bacê jinûva verast bikin.
"Daxistina KDVyê dê were dirêjkirin"
Serokwezîr Yildirim da bibîrxistin ku daxistina KDVyê ya di sektora înşeatê da heya meha îlonê berdewam e û wiha got, "Daxistina KDVyê ya di mobîlye û alavên nava malê da jî em heya dawiya îlonê dirêj dikin."