16 Nîsan 2017•Rojanekirin: 17 Nîsan 2017
BÎNGOL
Dema "herêma ewlehiya taybet" li 23 qadên 7 navçeyan û navenda Bîngolê hat dirêjkirin.
Li gorî daxuyaniya Walitiyê di demên dawîn de ji ber êrîşên rêxistina terorê pêşveçûna herêmê zirarê dît. Ji ber vê yekê ji bo li herêmê aramî dewam bike hemû tevdîr tên giritn.
Di daxuyaniyê da herêmên qedexeyê yên leşkerî û qanûna herêmên ewle li Ortaçanak, Hesar û Zozana Hesar, Zozana Çir, Çemê Merdîven, Çiyayên Şeytan a Adakliyê, Çemê Şeytan, Îlbey, Newala Maltepe, herêmên Şekeran, Derman, Dîkpinar, Yenîyazi, Buyukçag, Saggozeya girêdayî navçeya Gençê, herêmên Yenîbaşak-Dogûyeliya Solhanê, Daristanên kirkoy, Tahkîm û Horîvanîka Yayladereyê, herêmên Çemê Manavê, Guneşlîk û Gokçedalê, Çemê Çomara Kixiyê, daristanên Karacehennema Karliovayê, zozanên Akimliya Yedîsûyê ku di 15yê nîsanê da herêma ewlehiya taybet hatibû îlankirin heta 30 nîsanê hat dirêjkirin.