16 Nîsan 2017•Rojanekirin: 16 Nîsan 2017
TRABZON
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu ji bo referanduma guherandina qanûna bingehîn raya xwe avêt.
Soylu û xanima wî Hamdiya Soylu hatin Dibistana Navîn a Yalincikê.
Soylu li vê derê behnekê bi welatiyan ra sohbet kir û paşê raya xwe li ser sindoqa ku nimereya wê '1271' bû avêt.
Wezîr Soylu piştî raya xwe avêt daxuyaniyek da nûçegihanan û wiha axivî:
"Em spasiya gelê xwe dikin, kampanyayeke gelekî baş bû. Serê sibê me nirxandinek kir, ev hilbijartin di nav hilbijartinên dawiyê de gelekî bi hizûr û baş derbas bû. Em spasiya hemû partiyan dikin. Înşallah wê encameke baş derkeve."