22 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 23 Cotmeh 2016
ANKARA
Hêzên ewlehiyê yên ku li Yuksekovaya navçeya Hekariyê li ser Çiyayê Dîleklî Hîsarê der û dor kontrol dikirin gelek çek, cebilxane û amûrên jiyanê yên mensûbên PKKya rêxistina terorê bi dest xistin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin hildan yekîneya Lîwaya Çiya û Komandoyê ya Hekariyê di lêgerîna ser girikê Şehît Serpel Ozgur Çevik a Çiyayê Dîleklî Hîsarê birêvabirin da cebilxane dîtin.
Di nav amûrên hatin qefaltin da 7 keleş, 2 PKMSyên malê Ûris, tivinga nîşangiriyê ya dragunovê, M4A1a ku ji tivingên ku artêşa DYA û Îngiltereyê herî zêde bikartînin, 26 antî-tanq, 50 muhîmatên hawanê, 4 maskeyên xazê, 8 fîltre, 68 bombeyên dest, 5 tup, 2 bêtêl, 3 sîwanok, 50 guleyên sewqê, 26 şarjorên keleşê, 4 şarjorên HK-33, 10 şarşorên dragunovê, yek RGP-7, antên, makîneya qiymeyê, qamera, birek, belgeyên rêxistinî, textê binê doçkayê, firina biceyranê dişixule û xwarin û xurek hebûn.