22 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 23 Cotmeh 2016
TUNCELÎ
Di operasyonên ku li Tûnceliyê dewam dikin da ji bo pêkanîna ewlehiya can û malê welatiyan li hin ciyên bajêr qedexeya derketina derva hat îlankirin.
Di daxuyaniya Walîtiya Tûnceliyê da hat diyarkirin ku li Ovacika navçeya bajêr operasyonên li dijî rêxistina terorê bênavber dewam dikin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ji bo parastina ewlehiya can û malê welatiyan qedexeya derketina derva hat îlankirin û wiha hat gotin:
"Di operasyonên ku li der û dora Ovacikê tên kirin da ji bo pêkanîna ewlehiya can û malê welatiyan li gor Qanûna Îdareya Bajêr a bi hejmara 5442yan li Yênîsogut, Çemberlîtaş, Otlubaxçe, Yoxunçam û Aşaxitorunbabaya gund û taxên Ovacikê û li hin goman ji 22yê cotmehê saet 09.30yî pê va hetanî fermaneke teze qedexeya derketina derva hat îlankirin."