22 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 23 Cotmeh 2016
MÛSIL
Operasyona ji bo Mûsila bajarê Iraqê ji destê DEAŞa rêxistina terorê bê derxistin ev 6 roj e ku dewam dike.
Tora Medyaya Şer a girêdayî Wezareta Parastinê ya Iraqê di daxuyaniya xwe da got: "Hêzên ewlehiyê yên artêşa Iraqê ji bo bidestxistina navenda navçeya Hemdaniyê û Karakûşê pêşveçûna xwe didomînin."
Hat ragihandin ku yekîneya eskerên girêdayî Lîwaya 16mîn a Artêşa Iraqê li Eniya Tilskofê ya li bakurê Mûsilê bi cih bûne û ber bi navenda Tilkefa ku piranî xiristiyan lê dijîn va diçin.
Hêzên eskerî yên ku tevlî hereketê bûn ji 17ê cotmehê vir va ji aliyê başûrê bajêr bajaroka Nemrûdê û ji aliyê bakurê rojhilatê bajêr jî bajaroka Bertilayê di nav da ji 30î jî zêdetir gund xilas kirin û xistin bin kontrola xwe.
Artêşa Iraqê, hêzên Pêşmerge, hêzên milîs ên şiî, Haşdî Şabî û hêzên polêsên federal bi piştgiriya hêzên koalîsyona navneteweyî ji bakur, başûr û rojhilatê Mûsilê va dest bi êrîşê kiribûn û ji bo xilaskirina bajêr operasyon dabûn destpêkirin.