25 Gulan 2017•Rojanekirin: 26 Gulan 2017
AGRI
Li gor agahiyên çavkaniyên ewlehiyê do komeke endamên rêxistina terorê li texma gundê Gulîzarê ya li Zixura Çiyayê Tendûrekê ya di navbera Çaldirana navçeya Wanê û Bazîda navçeya Agiriyê da hin wesaît şewitandin û li ser vê li herêmê hêzên ewlehiyê derketin operasyonê.
Hat diyarkirin di operasyona cendirme, qomando, tîm û gundparêzan da bi endamên rêxistinê ra temas çêbû.
Hat diyarkirin pevçûn derket û di pevçûnê da leşkerek şêhîd ket û hin hêzên ewlehiyê birîndar bûn.