Elif Orhan
19 Hezîran 2018•Rojanekirin: 20 Hezîran 2018
BERLÎN
Pêvajoya dengdayîna ji bo Hilbijartina Giştî ya Parlementeriyê ya Heyama 27emîn û Serokomariyê ya li sindoqên ku ji bo 2,5 milyon hilbijêrên welatiyên Tirkiyeyê yên ku li tevahiya Ewropayê li 28 welatan dijîn li 63 nûnertiyan hatibûn danîn û 13 roj dewam kir îro di saet 21.00ê de temam bû.
Li tevahiya welêt li 60 welêt û 123 nûnertiyan sindoq hatibûn vekirin.
- Beşdarî li gor referandûmê zêde ye
Li Almanya, Fransa, Belçîka û Awistiryaya ku lê gelekî Tirk dijîn ji bo referandûmê gelekî eleqe hat nîşandan û hat hînbûn ku beşdariya li tevahiya Ewropayê li gor beşdariya dengdayîna ku par ji bo guherîna destûra bingehîn hat kirin zêde ye.
Piştî ku miameleya dengdayînê temam bû deng hatin jimartin, mohrkirin û ew xistin kîsan û dê sibê bi balafirê bişînin Tirkiyeyê.
- Li deriyên sînor û gumrikê dengdayîn didome
Welatiyên ku li ser kutuka hilbijêrin derveyî welêt qeydkirî ne li deriyên gumrikê yên li Tirkiyeyê dê heta 24ê hezîranê saet 17.00ê bikarin deng bidin.
Heke hilbijartinên serokomariyê bimînin tura duyem jî ji bo hilbijartina ku dê li Tirkiyeyê di 8ê temûzê roja yekşemê bên kirin hilbijêrin Tirk ên li Ewropayê dê ji 30yê hezîranê roja yekşemê heta 4ê temûzê roja çarşemê seranserê 5 rojan bi saeta herêmî ji saet 09.00 heta 21.00ê bikarin deng bidin.