18 Hezîran 2018•Rojanekirin: 19 Hezîran 2018
DIYARBAKIR
Hat ragihandin ku li Haniya navçeya Diyarbekirê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da 2 terorîstên ku li gor tesbîtê failên şehîdkirina Çawîşê Pispor Ugur Saglam in, hatin berterefkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Walîtiyê hat dayîn, ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Bajêr li taxa Yukarituraliyê texma Kilareşê li dijî PKKya rêxistina terorê operasyon da destpêkirin û di operasyonê da bi komeke terorîst ra pevçûn derket.
Di pevçûnê da 2 terorîstên ku li gor tesbîtê failên bûyera şehîdkirina Çawîşê Pispor Ugur Saglam in hatin berterefkirin û di operasyonê da 2 çekên lûledirêj, roketavêj, demançe, 3 muhîmatên roketavêjê, bombeya destan, dûrbîna şevê û bêtêl hatin bidestxistin.
Çawîşê Pispor Ugur Saglam di êrîşa 24ê gulanê da birîndar bûbû û 9ê hezîranê da li nexweşxaneyê şehîd bûbû.
Operasyona li herêmê dewam dike.