18 Hezîran 2018•Rojanekirin: 19 Hezîran 2018
HAKKARÎ (AA) - Hin hekîmên diranan ên ku li Hekariyê hatine dinê û mezin bûne, li welatê xwe xizmeta tenduristiyê dikin.
Hekîmên diranan Kenan Gezer, Ozgur Ozatak, Harun Aşan, Malik Daşdelen û Ozgur Îlhan piştî ku ji zanîngehê mezûn bûne, li welatê xwe dest bi wezîfeyê kirin.
Hekîmê Diranan Ozatak daxuyanî da û got ku 2 sal e ew li Hekariyê dixebite.
Ozatak diyar kir ku ew dixwaze feyda wî ji hemwelatiyên wî ra çêbe û wiha dewam kir: "Ji bo xizmeta herî baş, çi ji destê min tê ez dikim. Hin nexweş ji cihên dûr tên. Her çend ji bo randevûyên wan tunebin jî ew em alîkariya merivên kuji Esnedere, Şemdînlî û Çûkûrcayê tên, dikin.
Hekîmê Diranan Gezer jî got ku tercîha wî ya ewil welatê wî bû û ew 3 sal e li Navenda Tenduristiya Dev û Diranan a Hekariyê dixebite û wiha dewam kir: "Ji ber ku em ji Hekariyê ne, em û nexweşên xwe ji hev baştir fêm dikin. Hin rewşên ku ji bo me dibin dezavantaj jî hene. Lewra ji ber ku li vê derê her kes hevdu nas dikin, em zêdetir diwestin."
Li Navenda Tenduristiya Dev û Diranan a Hekariyê digel xizmeta tenduristiya dev û diranan xizmetên wek kişandina diranan, tedawiya qanalê û midaxaleya hatina xwînê bê pere ne.