07 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 08 Tîrmeh 2017
DİYARBAKIR
Li Bismîl, Sûr û Sîlvana navçeyên Diyarbekirê operasyon birin ser PKK/KCKya rêxistina terorê.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat diyarkirin ku ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Bajêr li Kumrucaka goma Kumluçata gundê Sûrê ji bo deşîfrekirina çalakiyên PKK/KCKê xebitîn.
Hat diyarkirin ku di xebaan da keleşkofek, debançeyek, 4 jajor, 93 fîşeng, 49 rûpêçên xazê û 32 fîltre hatin girtin û kesek hat binçavkirin.
Ekîban operasyon birin ser Ambara gundê Bismîlê ya ku hat tesbîtkirin li wê derê li ser navê PKK/KCKê komîte hatiye avakirin, bacê li gel dibirin.
Di operasyonê da 10 têlefonên destan, 9 fîşeng, karteke hafizeyê, wêneyên 3 terorîstên ku hatine kuştin, belgeheya ku li ser navê YPGya rêxistina terorê hatiye amadekirin, 5 ala, 2 name, CD û weşanên qedexekirî hatin girtin û 10 kes hatin binçavkirin. Ji bo derdestkirina şikbarekî jî xebat dewam dikin.
Hêzên ewlekariyê îxbar hildan ku li rêya gundê Demirkuyuyê teroîstan bombe kol kirine û li ser vê operasyon kirin.
Di operasyonê da 2 tûpên mezin ên ku 100 kîlo amonyun nîtrat tijî kirinê hatin îmhekirin.