Sevim Hatun
20 Adar 2017•Rojanekirin: 20 Adar 2017
DİYARBAKIR
Hat ragihandin ku li 10 gundên ser Licê û Hênêya navçeya Diyarbekirê bi minasebeta operasyona dijî PKKya rêxistina terorî, xedexeya derketina derve hat îlankirin.
Li gor daxuyaniya walîtiyê, li çil û çiyayê ser Licê û Hênê ji bo berterefkirina terorîstan, ji bo îmhakirina stargeh, baregeh, depo û mewziyên dijebalafiran û ji bo desteserkirina hemû amûr û alavên rêxistina terorî wê li herêmê operasyon bê lidarxistin.
Di daxuyaniyê de hat îfadekirin ku li herêmê ji bo ewlehiya can û malê gel, li gor madeyên Qanûna Îdareya Bajêr yên eleqedar li Bîrlîk, Şenlîk, Abali, Çeper, Ergînkoy, Tuzlakoya ser Licê; li gundê Kaledîbî, Akçayûrt, Topçûlar, Yûkarı Tûraliya ser Hênê ji saet 20.00an şûn ve qedexeya derketina derva hat îlankirin.