26 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2017
DİYARBAKIR
Li Yenîşehira navçeya navend a Diyarbekirê terorîstên PKKyî êrîşî avahiya Midûriyeta Ewlekariya Navçeyê kir.
Li gorî agahiyên ku hatin sitandin, terorîstên PKKyî bi tivingan êrîşî avahiya Midûriyeta Ewlekariya Navçeyê kir û bombeya desta avêtin avahiyê. Hêzên ewlekariyê demildest bersiv dan û terorîst revîn.
Hat ragihandin bombeya ku terorîstan avêt neteqiya û tiştek bi tu kesî nehat.
Ekîbên îmhekirina bombeyan bombeya destan a ku neteqiyabû li ciyê bûyerê îmha kirin.
Ji bo derdestkirina terorîstên ku revîn xebat dewam dikin.