09 Îlon 2017•Rojanekirin: 10 Îlon 2017
DİYARBAKIR
Di operasyona li Liceya navçeya Diyarbekirê dijî PKKya rêxistina terorê da 3 terorîst hatin berterefkirin.
Walîtiyê daxuyanî da û ragihand ku bi piştgiriya Fermandariya Hêzên Hewayî ji bo berterefkirina mensûbên PKKê yên di nav dar û zinarên Girê Oymakliya ser gundê Dîbekê da bûn di saet 14.00an da operasyonê dest pê kir û di saet 22.00an da jî temam bû.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku di operasyonê da 3 terorîstên di nav dar û zinaran da bûn hatin berterefkirin û 3 qeleşnîkof ên bi modela AK-47, 6 şarjor, 182 gule, 3 bombeyên destan, bêtêlek, 2 dûrbîn û sîwanokek hatin qefaltin.
KARS
Li Qaxizmanê navçeya Qersê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê de terorîstek hat berterefkirin.
Waliyê Qersê Rahmî Dogan daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku hêzên ewlehiyê li herêma Çemçe-Madurê ya navçeya Qaxizmanê komeke terorîstan tespît kir.
Dogan destnîşan kirin ku hêzên ewlehiyê li ser vê li herêmê operasyoneke esmanî li dar xist û di operasyonê de terorîstek hat berterefkirin.