08 Mijdar 2016•Rojanekirin: 08 Mijdar 2016
ANKARA
Li Enqerê bi çekan êrîşî Navenda Polêsan a Altindagê ku li ser Midûriya Emniyeta Altindagê ye, kirin.
Li gor agahiya ku hat hildan, li navçeya Altindagê hin kes an jî kesên ku nasnameya wan hê ne diyar e, li ser kolana Şehît Kaya Aldoganê gule berdan avahiya navenda polêsan.
Li gor agahiyên ewilîn sê gule li qata têketinê û ya li ser wê ket û di pace û deriyan da xesar çêbû.
Polêsên harekata taybet sewqî cihê bûyerê kirin, ji bo girtina kiryar an jî kiryaran xebat da destpêkirin.
Midûrê Emniyeta Enqerê Mahmut Karaaslan çû cihê bûyerê û der heqê êrîşê da agahî hilda.