28 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 28 Cotmeh 2016
ANKARA
Wezîrê Pêşketinê Lutfî Elvan: "Em dixwazin ku ji hêla mezinbûnê va pêşva biçin û aborî û siyaseta me xurtir bibe û bînin wê astê. Em dixwazin di qada aboriyê da, di qada siyasetê da derkevin asta jor. Em wisa difikirin ku ji bo vê jî pergala serokatiyê şert e."
"(Operasyona dijî FETOyê) Ji wezaret û saziyên girêdayî wezaretê hetanî nika 350 kes ji wezîfetê hatin derxistin, ev jî teqabûlê ji sedî 10-11î dike. 30 kes jî ji wezîfeyê hatine dûrxistin. Ji kesên payebilind alîkarekî misteşar, 2 midûrên gişkî, 10 serokên daîreyê ji wezîfeyê hatin hildan. Ji 26 Ajansên Pêşketinê 10 sekreterên gişkî hatin avêtin. Li ajansên me paqijiyeke girîng hat kirin. Me mifetişên milkiyê wezîfedar kirin. Ji bo ku ajansa piştgirî dane kê bê eşkerekirin nika xebateke berfireh tê kirin."
"(Navendên cazîbeyê) me hemû xebatên xwe temam kirin. Bankeya me amadehiyên ku hewce bûn, kir. Lazime em ji Lijneya Wezîran destûrê bistînin, ew jî amade ye. Di rojên pêş me da herî dereng di nav 15 rojan da emê pêşniyazan hildin. Em hatin asteke girîng."