26 Gulan 2017•Rojanekirin: 26 Gulan 2017
HAKKARÎ
Li Çukurcaya navçeya Hekariyê teqemeniya endamên rêxistina terorê kiribûn erdê hat teqandin û ji ber teqînê leşkerek şehîd ket û 2 leşker birîndar bûn.
Li gor agahiyan li herêma Girê Avuşê di operasyona dijî PKKyê da saet 04.00an teqemeniya endamên rêxistinê kiribûn erdê hat teqandin.
Hat destnîşankirin ji ber teqînê leşkerek şehîd ket û 2 leşker birîndar bûn.
Hat diyarkirin leşkerên birîndar li Nexweşxaneya Dewletê ya Hekariyê tên dermankirin û li herêmê operasyon dewam dike.