31 Tebax 2016•Rojanekirin: 31 Tebax 2016
HAKKARÎ
Bi bombeya bi destan hatiye çêkirin êrîşî wesaîta Serokê Komeleya Gundparêzan a Hekariyê Sadî Ozatak kirin.
Li gor agahiyan êvarê li taxa Yeniyê Ozatak li ber malê wesaîta xwe park dike.
Di vê navberê da endamên rêxistina terorê teqemeniya ku kiribûn pêşiya wesaîtê teqandin.
Hat diyarkirin ku di êrîşê da kes nemir û birîndar nebû, lê di wesaîtê da xisar çêbû.
Piştî teqînê hêzên ewlehiyê çûn taxê û li dorberê lêkolîn hat kirin.