02 Adar 2016•Rojanekirin: 03 Adar 2016
DIYARBAKIR
Li navenda Şirnexê, li Yuksekovaya navçeya Hekariyê û Nisêbîna navçeya Mêrdînê bêndê ne ku li hember rêxistina terorê PKKyê operasyon bên kirin.
Li Sûra navçeya Diyarbekirê, li Îdila navçeya Şirnexê û li Dêrîka navçeya Mêrdînê operasyona hezên ewlehiyê û Hêzên Çekdar ên Tirkan dewam dike.
Ji bo ku barîkat bên rakirin, xendek bên girtin, dafikên ku biteqemeniyan hatine amadekirin bên îmhakirin, ewil li Vartoya navçeya Mûşê, navçeyên Mêrdînê li Nisêbin, Dêrik û Dargeçîtê û li Sîlvana navçeya Diyarbekirê operasyonên ku dihatin kirin, qediyan.
Piştî vê di 14ê 2015an de li Cizîra navçeya Şirnexê operasyon bi serkeftî dawî bûn.
Li Sûra navçeya Diyarbekirê jî operasyonên ku ji 28ê mijdara 2015an vir ve dewam dikir ji sedî 98 qediya.
Li Îdila navçeya Şirnexê operasyona ku di 18ê sibatê de dest pê kiribû bi serkeftî dewam dike. Li navenda Şirnexê, Yuksekovaya navçeya Hekariyê û Nisêbîna navçeya Mêrdînê bêndê ne ku li hember rêxistina terorê PKKyê operasyon bên kirin.
- Cihên ku bendê ne wê operasyon bên kirin
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên ewlehiyê hildan, terorîstan li navenda Şirnexê li taxên Dîcle, Yenî, Bahçelîevler, Yeşîlyurt, Cumhuriyet û Îsmet Paşayê xendek kolane, barîkat çêkirine û qasî 500 teqemeniyên bi destan hatine çêkirin li van deran bi cih kirine.
Tê gotin ku li navenda bajêr û 6 taxan jê 400 ji kadroya PKKê ya çiya bi giştî 500 terorîst hene.
- Li Nisêbînê li 6 taxan çal hatin kolandin
Terorîstan li Nisêbîna navçeya Mêrdînê jî 6 meh berê li taxên Abdulkadîrpaşa, Firat, Dîcle û Yenîşehirê gelek çal vedan, barîkat çêkirin û teqemenî bi cih kirin. Li ser vê Qaymeqamtiyê di 1ê cotmeha 2015an de li van taxan 6 rojan derketina derve qedexe kir û li van deran operasyon hatin kirin.
Piştî vê ji ber êrîşên terorîstan di demên cuda de 7 caran derketina derve hat qedexekirin. Hêzên ewlehiyê çal girtin, barîkat rakirin.
Terorîstan piştî operasyonan li 4 taxan û taxên Kişla û Zeynel Abîdînê car din çal kolan û barîkat çêkirin, teqemenî bi cih kirin. Hat ragihandin ku li navçeyê jê 150 kadroya çiya bi giştî 500 kes hene.
- Li Yuksekovayê li 7 taxan çal hatin kolandin
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê jî terorîstan li taxên Cumhuriyet, Yenî Orman, Mezarlik, Eskî Kişla, Yeşîldere, Dîze, Esentepe û Gungorê 194 çal kolan, barîkat çêkirin.
Hat ragihandin ku li 140 cihan teqemenî hatine bicihkirin û jê 150 kadroya çiyê bi giştî 350 terorîst li vir hene.
- 50 hezarî zêdetir kesî koç kir
Ji bo ku can û malê gel bê parastin, terorîst bên girtin, teqemenî bên îmhakirin, barîkat bên rakirin û çal bên girtin di demeke nêz de wê li navenda Şirnexê, li Yuksekovaya navçeya Hekariyê û Nisêbîna navçeya Mêrdînê derketina derve bê qedexekirin.
Welatiyên ku ji êrîşên terorê ditirsin terka malên xwe kirin û çûn bajarên din. Welatî an li cem eqrebayên xwe û an jî malên ku kirê kirine dimînin.
Hat ragihandin ku hejmara kesên ku ji navenda Şirnexê, Nisêbînê û Yuksekovayê koç kirine 50 hezarî derbas bû.