Fatih Gazioğlu
10 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 11 Cotmeh 2018
HEWLÊR
Li Hewlêrê "Fuara Pirtûkan a Navneteweyî ya 13emîn" bi merasima fermî hat vekirin.
Fûar li Parka Samî Ebdurehman hat vekirin. Serokê Herêma Kurdistana Iraqê yê berê Mesûd Barzanî, Waliyê Hewlêrê Newzad Hadî, Wezîrê Çand û Turîzmê yê Iraqê Firyad Rewenduzî, nûnerên dewletên biyanî û gelek welatî beşdarî merasimê bûn.
Organîzatora Fuarê Xade Amîliyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got îsal ji 17 welatan nêzî 320 weşanxane beşdarî fuara pirtûkan dibin.
Amîliyê got ku ji ber geşedanên siyasî yên îsal fuara wan du sê mehan dereng vebûye.
Fuara Pirtûkan a Navneteweyî ya 13emîn wê heta 20ê cotmehê vekirî be.