Ekip
22 Mijdar 2017•Rojanekirin: 23 Mijdar 2017
ÎSTANBUL
Serokwezîr Bînalî Yildirim der barê referandûma serxwebûna Herêma Kurdistana Iraqê de got: "Geşedanên li Iraqê rûdan di serî de Tirkiye, rêveberiya navendî ya Iraqê û bi helwesta bibiryar ya Îranê bidawî bû. Van dewletan û raya giştî ya cîhanê li hemberî vê referandûma xwedêgiravî helwest girtiye û otorîte li herêmê ketiye destê Rêveberiya Navendî ya Iraqê. Ev rewşeke cihê kêfxweşiyê ye."
Serokwezîr Yildirim beşdarên Lijneya Giştî ya Asambleya Parlamenterên Asyayê di firavînê de ezimandin û li vir axaftinek kir.
Yildirim rexne li NYê girt û wiha axivî:
"Heger li derekê însan bimirin û Neteweyên Yekbûyî çalak nebe, tenê însan namirin di heman demê da mirovahî jî dimire. Navend û xalên dewlemendiyê ji Rojava êdî ber bi Rojhilatê va dişiqitin. Vêca di vê liva dualî da derwaze Tirkiye ye, axa Anadoluyê ye."
Behsa seredana Serokomar Erdogan bo Rûsyayê jî kir û wiha domand:
"Birêz Serokomarê me, birêz Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn û birêz Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî wê bên cem hev û rewşa dawîn a pêvajoya Astanayê binirxînin, ji vir jî ji bo qonaxa din Cenevreyê wê biryarên pêwîst bidin."
Li ser bûyerên Iraqê jî Yildirim wiha nirxandin kir:
"Geşedanên li Iraqê rûdan di serî de Tirkiye, rêveberiya navendî ya Iraqê û bi helwesta bibiryar ya Îranê bidawî bû. Van dewletan û raya giştî ya cîhanê li hemberî vê referandûma xwedêgiravî helwest girtiye û otorîte li herêmê ketiye destê Rêveberiya Navendî ya Iraqê. Ev rewşeke cihê kêfxweşiyê ye."