EKÎP
22 Mijdar 2017•Rojanekirin: 23 Mijdar 2017
ŞIRNAK
Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê li Şirnexê ji bo welatiyên ku malên wan di êrîşên terorîstên PKKyî da xerab bûn an jî nema tên xebitandin li 9 deveran 5 hezar û 700 avahî û 285 kargeh çêdike û ev avahî û kargeh wê mehên pêş me teslîmî xwediyên wan bikin.
Bajar piştî operasyonên serkeftî yên hêzên ewlehiyê ji terorîstên PKKyî hat safîkirin û Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê seba welatiyên ku malên wan di êrîşên terorê da xerab bûn an jî nema tên xebitandin avahiyan çêdike û avahî li ber kutabûnê ne.
Malbatên ku ji ber êrîşên terorê mexdûr bûn, wê bikişin malên xwe yên nû.
Walî Mehmet Aktaş û Cîgirşaredar Turan Bedirhanoglu li taxa Îsmet Paşa avahiyên ku nû hatine çêkirin, kontrol kirin. Aktaşê ku li seheyê kontrol û lêkolîn kir, der heqê rewşa dawîn a avakirina xaniyan da ji berpirsyarên fîrmayê agahî wergirt. Aktaş paşê derbasî kolana Komarê bû û li daîreya nimûne mêze kir.
- Terorê zirara herî mezin da Şirnexê
Aktaş di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku di êrîşên terorê da herî zêde xelkê Şirnexê û yên navçeyên wê zirar dît û dewletê jî ji bo jiholêrakirina van ziraran demildest çavkanî terxan kir.
Mehmet Aktaş diyar kir li Şirnex û navçeyên wê Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê û TOKÎ plan dikin ji bona welatiyên malên wan xera bûne û xisar dîtine 11 hezar avahî çêkin û got jê 10 hezar avahî derketin îhaleyê û çêkirina wan dest pê kiriye.
Aktaş destnîşan kir li gor mêtroqereya malên xera bûne wê avahî bidin welatiyan.
Mehmet Aktaş diyar kir avahî bi awayekî modern tên çêkirin û wiha got: "Tê plankirin sala 2018an xazê bidin Şirnex û navçeyên wê û ji ber vê jî avahî li gor binesaziya xazê tên çêkirin."