Abdullah Tel
22 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2019
BÎNGOL
Li Karliovaya navçeya Bîngolê berf zêde barî çar aliyê navendê di bin berfê da ma.
Berfa li navenda navçeyê ku tê paqijkirin jî li kamyonan tê bar kirin û li derveyê navçeyê tê valakirin.
Kuçe û kolanên navendê ji ber berfê hatine girtin û ekîbên şaredariyê jî ji bo paqijkirinê hewl didin.
Şaredarî bi armanca ku bila welatî zehmetiyê nekişînin rêyan bi ekîbên xwe dide paqijkirin, makîneyên kar ewilî berfê paqij dikin, berhev dikin û li kamyonan bar dikin. Kamyonên barê wan berfe jî derdikevin derveyê navçeyê û barê xwe va dikin.
Wekîlê Şaredar Veysî Bîngol daxuyanî da û got ku ji bo paqijkirina berfê ew bênavber dixebitin û wiha pê da çû: "Bi saya xebata ekîban rê ji çûn û hatinê ra hatin vekirin. Berfa li navenda bajêr jî li kamyonan hat barkirin û birin li derveyê navçeyê vala kirin. Di dema vê xebata me da ez ji şofêr û şêniyên navçeyê ku alî me kirin ra jî spas dikim."