Abdullah Tel
09 Sibat 2019•Rojanekirin: 09 Sibat 2019
ÎSTANBUL
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu diyar kir ku hejmara kesên mirî ji bin xopana avahiya li Kartalê hilweşiya hatin derxistin gihîşt 17an.

Soylu li cihê xebatên derxistinê lê dihat kirin daxuyanî da û bi bîr xist ku xebatên lêgerîn û xilaskirinê ji du rojan zêdetir e dewam dikin û wiha pê da çû: "Piştî daxuyaniya me ya dawîn 2 ewladên me yên din jî wefat kirin. Hejmara ku me dabû 14 kes bûn û 14 welatiyên me jî birîndar hatin derxistin. Piştî wê saetê 2 welatiyên me ewladên me Şevval Yildiz û Eylul Dervîşogluya hêj sal û nîv emrê wê bû ji bin enqazê hatin derxistin."