26 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 26 Rêbendan 2017
ÎSTANBUL
Li gor texmînê li Stenbolê berfa îro dest pê kir wê sibê jî bibare.
Li gor agahiya ku ji Midûriya Herêmê ya Meteorolojiyê hat hildan, berfa ku li bajêr dibare, wê sibê heta nîvro bibare, nîvro şûnda wê hindik hindik bibare û roja paşînê jî wê car caran dewam bike.
Li gor texmînê êvara paşînê berfê veke.
Li Stenbolê germê îro û sibê bi şev di bin sifrê da 2, nava rojê jî wê pileyek û 2 pile be.

Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê jî ji ber barîna berfê 7 hezar personel, hezar û 347 wesaît û makîneyên kar li 9 herêman wezîfeyê dikin. Ekîbên kontrola rê ji duh pê va li guzergahên kifşkirî sekinî ne.
Xebat li ser maseya krîzê li navenda Kordînasyona Afetê tê rêvebirin.

Ekîbên maseya krîzê li ser ekranan rewşê dişopînin û heke pirsgirêk çêbibe, midaxaleyan dike.