05 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2017
MUGLA
Li Koycegiza navçeya Muglayê di operasyona hêzên ewlehiyê da 5 endamên PKKya rêxistina terorê hatin berterefkirin.
Li gor agahiyan li ser îstixbaratê ekîbên polês û cendirmeyan li Toparlara herêma Koycegizê li dijî komeke PKKyê ya ji 7 kesan pêk dihat li daristanê derketin operasyonê.
Hat destnîşankirin di pevçûnê da 5 endamên PKKyê kuştî hatin qefaltin û ji bo qefaltina 2 endamên din jî operasyon dewam dike.
Li gor agahiyan di pevçûnê da leşkerek ji piyê xwe sivik birîndar bû.
Wek mayîn do jî li texma navçeya Seydîkemerê di kontrola rê da 4 endamên rêxistinê û 3 hevkarên wan hatibûn qefaltin.
Li gor agahiyên rayedaran du komên rêxistinê bi serê xwe tevdigeriyan.