Ekip
05 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê referanduma serxwebûna Herêma Kurdistana Iraqê de got: "Referanduma ku behs dikin sedem e, encam nîne. Encam ji vir şûnde ye. Li vê derê ev tişt hê xilas nebûye, bi tenê dest pê kir. Ji aliyekî Îran, li bakur Tirkiye, li başûr rêveberiya Iraqê û li rojhilatê jî Sûriye heye. Hûnê çi bikin, hûnê biçin ku derê, hûnê çawa bikin? Niha hemû sehayên esmanî wê bên girtin, firîn jixwe hatin qedexekirin. Kî wê bê, hûnê çawa biçin? Di demeke kin de wê sînor jî bên girtin. Hatin û çûna xwe hûnê çawa bikin?"
Erdogan, li Kulliyeya Serokomariyê rihspiyên ji herêmên Rojhilat û Rojhilatê Başûr ezimandin û der barê rojevê de nirxandin kirin.
Erdogan behsa wê yekê kir ku Tirkiye li pêşiya senaryoyan asteng e û wiha axivî:
"Astenga herî mezin a li pêşiya senaryoyên bi xun ên ku dixwazin li herêma me bikin bêşik û bêguman Tirkiye ye. Biserketina van lîstikan girêdayî zeyîfbûn, pekîn û ketina Tirkiyeyê ye. Lewra Tirkiyeya hêzdar "garantiya îstiqrar û hizûra herêmê ye". Tirkiyeya di polîtîkayên derva da hêzdar tê wê meneyê ku 'lîstikên hatine kirin ser xwediyên wan da hildiweşîne'."
Li ser bûyerên ku li herêmê diqewimin Erdogan wiha nirxandin kir:
"Erdnîgariya qedîm ya em li serê ne ji heyameke zor û dijwar ra derbas dibe. Em di nav pêvajoyeke wisa da ne ku qart cardin tên lihevxistin û nexşeyan cardin datînin ser meseyan. Wekî sedsala berê paroleya îro jî 'perçe bike, îdare bike û heta daqurtîne' ye. Rêbaza hêzên mêtîngeh yên kurewî bi salan diemilînin îro jî ketiye rewacê."
Ji bo rûdanên li Sûriye û Iraqê jî wiha şirove kir:
"Li Sûriye û Iraqê lîstikên kerîkirin, perçekirin, gijgijandina nijad û mezhebî tên lîstin. Mebesta van lîstikan ji başûr va dorpêçkirina Tirkiyeyê ye. Ev dorpêçkirina ne tenê ji sînorên me yên fizîkî jî pêk tê. Ez qala lîstikeke mezin dikim ku welatê me jî hildide nav xwe. Bi destûra Xwedê, bi zîrekiya miletê me va em çawa êrîşên din pûç kirin, bêguman em ê vê lîstikê jî xerab bikin."
Der heqê referanduma Herêma Kurdistana Iraqê de jî wiha axivî:
"Referanduma ku behs dikin sedem e, encam nîne. Encam ji vir şûnde ye. Li vê derê ev tişt hê xilas nebûye, bi tenê dest pê kir. Ji aliyekî Îran, li bakur Tirkiye, li başûr rêveberiya Iraqê û li rojhilatê jî Sûriye heye. Hûnê çi bikin, hûnê biçin kî derê, hûnê çawa bikin? Niha hemû sehayên esmanî wê bên girtin, firîn jixwe hatin qedexekirin. Kî wê bê, hûnê çawa biçin? Di demeke kin de wê sînor jî bên girtin. Hatin û çûna xwe hûnê çawa bikin?"
Di berdewamiya axiftinê de wiha pê de çû:
"Em nikarin misadeyê bidin wê yekê ku hin kes ji bo ku xewna xwe ya zaroktiyê pêk bînin, ewlekariya hemû herêmê û ya welatê me bikeve xetereyê. Gotina, 'Di 16 saliya min da xeyalên min hebûn, wa ye min niha xeyalên xwe pêk anîn, qonaxa piştî vê min pir eleqedar nake', xeyalekî beredayî ye."
Serokomar Erdogan rexne li referandumê girt û got:
"Kî vî aqilî dide te? Bi tenê Îsraîl piştgiriyê dide te. Te Wezîrê Karên Derva yê Fransayê yê berê daye li aliyê xwe yê rastê, cihûyekî din jî daye aliyê xwe yê çepê û bi wan re li ser maseyê dixebitî. Ew ne dostê te ne, ne dost in. Ewê îro li cem te bin, sibê herin. Tu yê li rûyê me binêrî."
Behsa wê yekê jî kir ku ew ne li dijî kurdan in û wiha axivî:
"Bertekên ku rêveberiya Herêmî ya Bakurê Iraqê nîşan dide eleqeya wê kurdan an jî kurdewariyê tuneye. Bertekê em nîşanî vê hewldanê didin. Hewcedarî bi vî tiştî nebû. Qet ji me jî pirs nekirin. Lê ya hewcedariya me pê heye ewil yekîtî û hevrabûna Iraqê ye. Ev tişt di serî de ji yekîtiya axa Iraqê ra îxanet e."
Der barê şerê li dijî terorê de jî got:
"Ji bo me PKK çi be FETO jî ew e. Ji bo me DEAŞ çi be DHKP-C û rêxistinên din jî eynî ne. Em nahêlin tu rêxistinên ku zirarê didin vê dewletê û vî miletî li ser axa me sax bimînin. Kesên ku rasterast an jî ji neyekser arîkariyê didin rêxistinên terorê, mafê wan kesan nîne nanê vî welatî bixwin, ava vî welatî vexwin an jî ji derfetên din îstifade bikin."
Li ser hewla derbeya 15ê Tîrmehê jî wiha axivî:
"Der barê hin faîlên hewldana derbeya 15 Tîrmehê da duh mehkemeyê biryara xwe da. Ev dinya, dinyayeke wisa ye ku tu çi dikî tê serê te jî. Dinyayeke wiha ye. Eger tu dirust hereket nekî tu yê an li vê dinyayê an jî ya din miheqeq cezayê wê bikişînî. Ev mirov ji dil nînin. Xwestin ku vî welatî perçe bikin, xirab bikin. Em ê têkoşîna xwe ya bi wan re dewam bikin."