11 Mijdar 2016•Rojanekirin: 11 Mijdar 2016
MÊRDÎN
Li Mêrdînê endamên hin saziyên civakî yên sivîl (SCS) ên ku hatin bal hev êrîşa terorê ya ser Qaymeqamtiya Dêrikê şermezar kirin.
Nûner û endamên saziyên civakî yên sivîl li Parka Karayollariyê ya Artukluya navçeya navend hatin bal hev û bi alayên di destê xwe de dirûşme berz kirin.
Piştî ku sekna rêzgirtinê hat kirin û Sirûda Neteweyî hat xwendin Nûnerê Bajêr ê Mêrdînê yê Turk Haber - Senê Şeyhmûs Kanat li ser navê komê daxuyaniya çapemeniyê da û got ku ji ber êrîşa xaîn gelekî xemgîn in.
Kanat diyar kir ku tu tişt ji berjewendiyên welêt û gel balatir nîne û wiha axivî: "Kesên ku ji axên Anadoluyê hatin qewirandin, ew kesên hêvî dikin ku dîsa van axan bi dest bixin vê heyamê wekî firsendekê dibînin. FETO û PKK û hemû rêxistinên terorê û xaîn derketine pêşberî me."
Kom piştî daxuyaniyê belav bû.
Endamên Komeleya Malbatên Şehîd û Xaziyan a Mêrdînê, Turk Haber-Sen, Teşkîlata Ciwaniyê ya Tirkiyeyê û Turk Egîtîm- Senê piştgirî dan daxuyaniyê.