08 Nîsan 2017•Rojanekirin: 09 Nîsan 2017
MERSÎN
Li nêzîkî Aydincika navçeya Mêrsinê otobêsa ku polêsên hêzên çewîkê tê da bûn welgeriya û 9 polês birîndar ketin.
Otobêsa bi pîlaqeya 33 D 3412 a ku tê da polêsên ji bo bernameya Metîn Feyzîogluyê Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê teqîb bikin ji Mêrsinê diçûn Anamûrê hebûn li tanga Şikefta Gilindireyê şiqîti û welgeriya.
Di qezayê da 9 polês birîndar bûn û Serwêsa Acil a 112ê polêsên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlîfkeyê.
Wek mayîn ambûlanseke Serwêsa Acil a 112ê ya ku diçû dewsa bûyerê jî ji ber şiliyê welgeriya. Hat ragihandin ku di vê qezayê da tiştek bi tu kesî nehat.