Türkan Tosun
12 Hezîran 2018•Rojanekirin: 13 Hezîran 2018
MUŞ
Li Mûşê ji ber eyda remezanê li ser qadeke ku şaredariyê destûr da bazar hat vekirin.
Welatî eleqeyeke mezin nîşanî bazara ku li der û dora Meydana Şaredariyê û Kolana PTTyê hatiye vekirin, didin.
Remzî Maralê ku di bazarê de dezgeh vekiriye got wek her sal îsal jî wî di bazarê de ji xwe ra dezgeh vekiriye.
Maral wiha axivî: "Ez li vir loqim, qolonya, şekir, şêranî, destmalên kaxiz û tiştên wiha difroşim. Ez her sal di bazara eydê de cih vedikim. Bi ya min rojên li pêş me danûstendin wê zêdetir bibe."