İbrahim Atmaca
12 Nîsan 2018•Rojanekirin: 17 Nîsan 2018
MUŞ
Atleta Neteweyî Derya Kunur li Altinoavaya beldeya Mûşê li baxçeyê mala xwe bi derfetên xwe va parkûra revê ya bi asteng çêkir û di parkûrê da ji bo Şampiyonaya Ciwanan a Dinyayê xwe amade dike.
Kunura 18 salî xwendekara Dibistana Bilind a Perwerdeya Beden û Sporê ya Zanîngeha Muş Alparslanê ye. Di tîrmehê da wê li Fînlandiyayê şampiyona were lidarxistin û Kunur ji bonê amadekariyên xwe didomîne.
Kunur nav hefteyê bi Ozkan Yurtaşê antrenorê xwe ra li Stada Mûşê û Deşta Mûşê xebata xwe didomîne, dawiya hefteyê jî li baxçeyê mala xwe ku aniye tê da bi sendelî û doşirmeyan va asteng çêkiriye û lê dixebite. Atleta neteweyî piştî ku antrenmanên xwe xelas dike jî aliyê malbata xwe heywanan xwedî dike û alifê wan didê.
Kunura werzişvana Kulûba Fenerbahçeyê li Sirbistanê di Şamnpiyonaya Stêrkên Balkanan da di 2000 mêtre parkûra biasteng da bû duyemîn, li Bursayê di Şampiyonaya Atletîzmê ya Tukcellê da di 3000 mêtre parkûra biasteng da rekora Tirkiyeyê bi dest xist, li Çekyayê di Şampiyonaya Kulûbên Ewropayê da di 3000 mêtre parkûra biasteng da bû yekemîn, li Belarûsê di tûrnûvaya navneteweyî da di 2000 mêtre parkûra biasteng da bû yekemîn. Hedefa Kunurê ew e ku di Şampiyonaya Ciwanan a Dinyayê ya 10-15ê tîrmehê da madalyona zêr qezenc bike.
Derya Kunurê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew ji 12 saliya xwe heta niha sporê dike û mamosteyê wê yê perwerdeya bedenê ew keşf kir.
Kunurê diyar kir ku wê di Şampiyonayên Ewropa û Balkanan da gelek serkeftin bi dest xistin û wiha dewam kir: "Di sala 2016an da ez cara ewil ji bo tîma neteweyî hatim neqandin. Min li Sirbistanê alaya me bilind kir. Ez bi piştgiriya malbat û antrenorê xwe derketim vê rojê."
Kunurê diyar kir ku ew dawiya hefteyê tê mala xwe û bi derfetên xwe li mala xwe jî sporê dike.