Haydar Şahin
14 Nîsan 2018•Rojanekirin: 15 Nîsan 2018
ÎSTANBUL
Mihemed Salahê di Lîverpoola taxima Lîga Premîer da dilîze ji bo xelata gogbazê salê ya ku Yekîtiya Gogbazên Profesyonel a Îngiltereyê (PFA) dide wek namzed hat nîşandan.
PFAyê li Îngiltereyê namzedên Xelata Gogbazê Salê eşkere kir. Di nav namzedan da Salahê gogbazê ji Misrê yê ku di Lîverpoolê da dilîze û di vê heyama lîgê da 29 gol avêt jî cî girt.
Kevin De Bruyne, Leroy Sane û David Silvayê gogbazêb Manchester Cityyê, Harry Kaneyê gogbazê Tottenhamê û Davîd de Geayê qeleparêzê Manchester Unitedê jî di nav namzedan da cî girtin.
Kane û Sane di heman demê da ji bo xelata gogbazên ciwan ên salê jî wek namzed hatin nîşandan. Ryan Sessegnon gogbazê Fulhama ji ekîbên Championshipê jî di kategoriyê da wekî namzed hat nîşandan.
Par N'Golo Kanteyê di heyama çûyî da di Chelseayê dilîst wek "gogbazê salê" hatibû hilbijartin.
Kesên ku xelatê qezenc bikin ew ê di 22yê nîsanê da werin eşkerekirin. Lîstena namzedan wiha ye:
Gogbazê salê: Mihemed Salah (Liverpool), Kevin De Bruyne, Leroy Sane, David Silva (Manchester City), Harry Kane (Tottenham), David de Gea (Manchester United)
Gobazê ciwan ê salê: Harry Kane (Tottenham), Leroy Sane, Raheem Sterling, Ederson (Manchester City), Marcus Rashford (Manchester United), Ryan Sessegnon (Fulham)