Abdullah Tel
12 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 12 Tîrmeh 2018
ANKARA
Li Enqereyê dijî firoşkerên hişbirê bi piştevaniya helîkopterê operasyon hat kirin.
Di operasyona hevdem a ku hêzên ewlehiyê girtin ser 200 navnîşanî da gelek hişbir û çek hatin qefaltin.
Bi armanca rê li ber firotina hişbirê bê girtin li paytext Enqereyê ekîbên Mîdûriyeta Şaxa Îstixbarat û Têkoşîna Sûcên Narkotîk a Midûriyeta Ewlehiyê ya Enqereyê bi kordîneya Serdozgeriya Komarê piştî şopandina teknîkî û fizîkî ya 6 mehan dewam kir operasyon dan destpêkirin.
Ji beşên curbecur ên ewlehiyê bi tevahî hezar û 500 polês tevlî operasyonê bûn û Midûrê Ewlehiyê yê Enqereyê Servet Yilmaz jî operasyon birêva bir.
Hêzên ewlehiyê bi pêşengiya ekîbên hêzên taybet girtin ser navnîşanên berê hatibûn kifşkirin.
Di operasyonê da bi piştevaniya helîkopterê hêzên ewlehiyê di carekê da girtin ser 200 navnîşanî û di lêgerînê da gelek hişbir û çek hatin qefaltin.