04 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2016
MARDÎN
Li Qiziltepeya navçeya Mêrdînê, bombeya bidestçêkirî ya ku mensûbên PKKya rêxistina terorê li ser pireyê bi cih kiribûn, gava ku wesayita zirxkirî ya polêsan derbas dibû teqiya. Li gor agahiyên ewil 3 sivîl birîndar bûn.
Li gor agahiya ku hat hildan bombeya ku terorîstan li ser Pireya Çopê ya li Taxa Koçhîsarê veşartibû, gava wesayita polêsan derbas dibû hat teqandin.
Li gor tespîtên ewil di encama teqînê da 3 sivîlên ku ji wir derbas dibûn birîndar bûn. Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qiziltepeyê.
Ji bo qefaltina terorîstan li herêmê operasyon hat destpêkirin.