02 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2017
ŞANLIURFA
Li Rihayê ambûlansa ku ji bo midaxaleya qezayê diçû wergeriya, di encama qezayê de 3 peywirdarên tenduristiyê birîndar bûn
Ambûlansa bi plakaya 63 M 3130 a ku Mehmet Ceylan diajot nêzî Taxa Yaylakê ya navçeya Bozovayê ji rê derket û li diregê qelibî û wergeriya.
Di qezayê de digel ajokar Ceylan peywirdarên tenduristiyê Abdurrahman Yandirici û Akîf Dalkiliç birîndar bûn.
Birîndar bi ambûlanseke din a ku sewqî cihê bûyerê kirin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Balikligolê û hat diyarkirin ku xetereya jiyana birîndaran tune.
Ji aliyê din ve ji bo qezaya din a ku kesek birîndar bibû ji navenda bajêr ambûlanseke din hat sewqkirin.