02 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2017
VAN
Li Wanê terorîstê PKKyî ku amadekariya êrîşê dikir, di operasyona hêzên ewlehiyê da hat girtin.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Emniyetê hat dayîn, li bajêr û navçeyan ji bo pêşîlêgirtina bûyerên terorê xebatên, deşîfrekirina fealiyetên PKK/KCKya rêxistina terorê dewam dikin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku, li navçeya Mûradiyeyê mensûbê rêxistinê ku amadekariya êrîşê dikir, bi operasyonê hat girtin û wiha hat gotin: "Li cihê ku mensûbê rêxistinê lê dima 2 çekên lûledirêj ê AK 47ê, 3 şarjor, gelek muhîmmat û dokumanên rêxistinî hatin bidestxistin."
Di daxuyaniyê da hat gotin ku xebatên têkoşîna terorê bi biryardarî dewam dikin û wiha hat gotin:
"Di çarçoveya têkoşîna rêxistinên terorê yên PKK/KCK û FETO/PDYê da li gor rê û rêzikên dewleya hiqûqê û ji bo parastina hizûra gelê xebatên pêşîlêgirtina bûyerên terorê bi biryardarî dewam dikin."