DIYARBAKIR
Zirara welatiyên ku li Baglara navçeya Diyarbekirê di êrîşa endamên PKKya rêxistina terorê ya bi wesaîta bombebarkirî hat kirin da çêbû bi destê dewletê tê çareserkirin.
Di 4ê Mijarê da li ser Bulwara Aydin Arslan li nêzî avahiya Midûriyeta Şaxa Çevîk Kuvvetê endamên PKKyê 3 ton teqemeniya ku di mînîbusê da bi cî kiribûn teqandibûn. Di êrîşê da 2 jê polês 11 kes miribûn, ji 100î zêdetir kes birîndar bûbûn û di gelek mak û dikanan da xisar çêbûbû.
Piştî teqînê Midûriyeta Bajêr a Hawirdor û Bajarvaniyê xebatên tebitkirina zirara welatiyan temam kir û xebatên Walîtiya Diyarbekirê jî dewam dikin.
Ji welatiyan qismek ên ku qir û qafên xwe yên saxlem ji malê xwe hildan û çûn bal xizmên xwe, qismekî wan ji hêla dewletê va li otêlan tên ezimandin û hin welatî jî bi piştgiriya dewlet dide ji xwe ra xanî kirê kirine û tê da dimînin.
- Ji malbatên mexdûrên terorê ra alîkariya neqdî
Weqfa Piştgirî û Alîkariya Civakî ya Qeymeqamtiya Baglarê 750 hezar lîre pere da 233 dikandarên ku malên wan zirar dîtibûn û 500 lîre pere jî ji bo hewcedariyên xwe yên pêwîst hel bikin dide wan kesên ku xaniyên wan serobin bûne. Di vê çarçoveyê da heta niha 155 hezar lîre pere li 310 malbatî hat belavkirin û weqf wisa plan dike ku meha pêş me di qada kirê da her meh alîkariyê bide malbatên mexdûr.
Ji malbata kesekî ku di êrîşan da hatibû kuştin ra jî hezar lîre ji bo şînê alîkarî hat dayîn û heman alîkarî wê bidin 5 malbatên din jî.
Ji hêla din va 5 malbatên ku nikaribûn bi derekê va biçin jî li li oêtla tên ezimandin û sê wext nanê wan tç dayîn û hewcedariyên wan tên çareserkirin.
Di lêkolînên ekîbên Midûriyeta Bajêr a Hawirdor û Bajarvaniyê da biyar hat dayîn ku di bloxên ku ji 48 daîerayan pêk tên û xisareke mezin dîtine bên hilşandin û li gor qanûna eleqedar bedela wan çi digrê bidin xwediyên wan.
Wek mayîn, wezîfedarên Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî dest pê kirin alîkariya psîkolojîk didin malbatên mexdûr.
- "Ji bo alîkariya Xwedê jê razî be"
Welatiyan qala piştgiriya ku tê dayîn kirin gotin ku jê memnûn in, ji ber mexdûriyeta xwe jî bertek nîşanî PKKya rêxistina terorê dan.
Firat Tunçbîlekê ji malbatên mexdûr daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku şebeqê ji ku here kar ji xewê rabûye û bi teqîna bombeyê va camên malê şikestine û derî ji ber da ketine.
Tunçbîlek got ku diya wî û birayê wî bi perçê camê birîndar bûn, piştî wî ew gîhandin nxweşxaneyê ji tirsa xweva çû û wiha dewam kir: "Di êrîşê da diya min û birayê min birîndar bû. Mal li holê nema. Eşyayên me texrîb bûn. Em mexdûr in. Ji bo alîkariyê Xwedê razî be. Xwedê belayê bide van (terorîstan) jî, ez çi bêjim."
Tunçbîlek got ku bavê wî tedawî dibe, ew feqîr in, di êrîşê da bi sedan kesên wek wan mexdûrt bûn. Tunçbîlek got ku tesbîta xesara eşyayên wan hat kirin, ew ji alîkariya dewletê kêfxweş in û dixwazin ev destek bidome.
Tunçbîlek bertek da nîşanî terorê û wiha got: "Vê zivistanê, vê sir û sermayê da mirov mexdûr kirin. Zarokên me nikarin biçin dibistanêî psîkolojiya wan xerab bû. Ez wan hewaleyî Xwedê dikim."
- "Xwedê bira heqê me li erdê nehêle"
Emine Tunçbileka dayîka Firat Tunçbilek jî di daxuyaniya xwe ya kurdî da destnîşan kir ku ew di êrîşê da birîndar bû û piştî tedawiyê tabûrcî bû.
Tunçbilekê destnîşan kir ku dema teqînê ji wê wetrê erdhej çêbû û di carekê da derî û pace şikestin û dîwar rûxiyan û wiha got, "Weqfa ku me bona xebarê serî lê da wekî cara pêşîn 500 lire da me."
Tunçbilekê got ku di mala wan da ji xeynî nivînan tu tiştekî wanê saxlem nema û di encama lêkolînê da xesara malê hat qeydkirin.
Herwiha Tunçbilekê bal kişand ku di êrîşê da keçxala wê jî mir û wiha pê da çû, "Yên ku ev anîn serê me bira Xwedê li cem wan nehêle û heqê me li serdê nehêle."
- "Em mecbûrî xaniyê xwe diterikînin"
Genco Gur (67) jî diyar kir ku di dema êrîşê da ew li mal nebû û wî çawa dengê teqînê bihîst, ew revî û çû malê.
Gur got ku wexta em hatin malê me halê xaniyê xwe dît û wiha xeberda: "Em tevî bihezaran kesî mexdûr bûn, emê vê zivistanê bi ku derê ve herin, em ê çi bikin? Em mecbûrin ji vê derê herin. Niha em eşyayên saxlem ji malê derdixin."
Gur got ku bi salan ji bo vê xaniyî bistîne xebitiye û niha terorîstan xanî texrîb kir û wiha dewam kir:
"Heta îro min êrîşêkî wiha nedît. Ji 7 saliya xwe vir ve dikarin cuda de dixebitim, min çend quruş kom kir, e vî xaniyî sitand ew jî di êrîşa terorê de ji destê me çû. Tenê ev xaniyê min hebû ew jî çû. Piştî vê emrê ne karim xanî bistînim ne jî karim pere kom bikim."
-Yên ev êrîş li dar xist an însan nînin an jî ji mirovatiyê derketine
Emîn Kavûşt got ku di teqînê de perçeyên camê li çîma wî ketine, ji çîma xwe birîndar bûye û di bin xirbê xanî de maye.
Kavûşt wiha dewam kir: "Yên ku ev êrîş li dar xist ya însan nînin ya jî ji mirovatiyê derketine."
- Dengê teqînê ji aqlimê naçe
Sevîlay Karakoseya 48 salî daxuyand ku di dema teqînê de tiştên wê yên malê zirarek mezin dît û wiha axivî:
"Em hingî dirazan. Wekî teqîn çêbû me got ka erdhêj çêbû. Ez derhal çûm odeya zarokan û min ew qontrol kirin. Dîwarê odeya kuremin xirabû bû. Wekî min ev dît ez dîn bûm.
Karakoseyê got ku ew beriya vê derê li Haniyê dijîyan û dîsa ji ber terorê koçkirinê Diyarbekirê. Karkoseye axaftina xwe domand:
"Em ji vê derê jî çûbûn Stenbolê. Li wê derê jî erdhêj çêbû. Dîsa em vegeriyan Diyarbekirê û ev bûyer bi serê me hat. Hê dengê teqînê û kirîyanan merivan ji aqilêmin naçe."