Elif Orhan
12 Tebax 2016•Rojanekirin: 14 Tebax 2016
TBMM
Piştî êrîşên dawîn ên PKKya rêxistina terorê yên li Mêrdîn û Diyarbekirê gelê herêmê û saziyên civakî yên sivîl ên li herêmê gelekî daxwaz dikin ku dijî terorê mitîngeke beşdariya wê berfireh bê kirin.
Nûnerên partiyên navborî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û nûçeyên amadehiya li Rojhilat mitînga bi beşdariya zêde ya dijî terorê nirxandin.
Cîgirserokê Koma CHPyê Levent Gok destnîşan kir ku atmosfera siyasî ya ku şeva derbeyê ya 15ê temûzê li Parlementoyê çêbû bi Yenîkapiyê re gihaşt asteke cuda û qal kir ku berdewamiya vê yekê ji ji hêla lihevkirina siyasî ve kêrhatî dibîne.
Gok da zanîn ku her kes divê ji 15ê temûzê ders derxîne û xwe rexne bike û wiha axivî: "Di atmosfera hat dîtin ku partiyên siyasî ji bo jiyana demokratîk çi qas girîng e de em hêvî dikin ku lihevkirin û nêrîna bi hev re birêvebirina Tirkiyeyê bibe serdest."
Gok xwest ku hemû partiyên siyasî yên di nav parlementoyê de û derveyî parlementoyê jî di nav vê atmosfera Tirkiyeyê de cî bigirin.
Engîn Altayê Cîgirserokê Koma CHPyê jî diyar kir ku bi lidarxistina mitîngan tenê, nîşandana alayan pirsgirêka terorê nayê çareserkirin divê dewlet dijî terorê re bi awayekî çalak têkêşîn bike. Altay got ku lê belê heke hewce bike ku helwesteke hevpar bê sitandin CHP dê vê helwestê .
- "Dê zirarê bide îmaja herêmê"
Cîgirserokê Koma MHPyê Erkan Akçay parast rast nîne ku bi beşdariya AK Partî, CHP û MHPyê dijî PKKya rêxistina terorê li herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê kirina mitîngê nêrîneke rast nîne.
Akçay qal kir ku ji 15ê temûzê heta 7ê tebaxê her roj ji her aliyê mirov nobeda demokrasiyê girtin, dijî derbeyê derketin û bi bîr xist ku herî dawî jî bi "Mitînga Demokrasî û Bîranîna Şehîdan" a ku di 7ê tebaxê de li Yenîkapiyê hat kirin nobed hatin rûmetkirin. Akçay qal kir ku li Yenîkapiyê dîmeneke xweş derket holê û wiha axivî: "Atmosfereke xweşik hat bidestxistin. Hevdîtina Yenîkapiyê dijî her cure terorê, her cure derbeyê û ji bo bîranîna demokrasî û şehîdan hat kirin. Heke hûn bibêjin ku em li Rojhilat jî dijî terorê bikin hûnê terorê bi tenê li Herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilat re bi bîr bînin, ev jî nêrîneke xelet e. Heke dijî terorê mitînga herêmî bê kirin dê ev yek zirarê bide îmaja wê herêmê."
Akçay got li her derê welêt terorê heye û wiha axivî: "Li Enqereyê jî li Stenbolê jî bombe teqiyan. Terorê li van deran jî xwe nîşan da. Ji ber wê jî dijî teror û derbeyê bersiva topyekun ji her derê Tirkiyeyê di mitînga ku di 7ê tebaxê de hat kirin hat dayîn."
- "Lidarxistina mitîngekî tenê rast nîne"
Parlementerê Mêrdînê yê AK Partiyê Orhan Mîroglu bi bîr xist ku piştî teşebûsa derbeyê ya di 15ê temûzê de wekî Stenbol û li gelek cihên Tirkiyeyê li Dagkapiyê, Mêrdîn, Wan û Hekariyê jî mirovan nobeda demokrasiyê girtin.
Mîroglu qal kir ku bîra herêmê ya dijî derbeyên eskerî hêzdar e û wiha axivî: "Her wekî ku ev bîr hat ziman. Heta roja çarşemê mirov bi serbilindî li ser piyan bûn."
Mîroglu diyar kir ku fikra li herêmê lidarxistina mitîngan fikreke bi îsabet e û wiha axivî:
"Rast nîne ku bi mitîngekî tenê bi sînordarkirin. Bi ya min ji bo ku hevkariya di navbera PKK û FETOyê de derxînin holê jî herêm qada bîreke gelekî girîng e. Divê ev yek gelekî baş bê fehmkirin. Ez niha dibînim ku şîroveyên li herêma me hinek ji van dûr tê kirin. Ev gelekş xelet e. Heke dikarin kuştina Hrant Dînk dikarin bibin deh sal berê sala ku cinayet hat kirin divê baş lêkolîn bê kirin ku hevkariyên carîna 'de facto carîna jî bi awayekî eşkere yên di navbera her du rêxistinan de ka kîjan dîrokê dest pê kiriye û heta îro hatiye. Divê gelekî baş bê tespîtkirin ka çalakiya kîjan rêxistinê kêrî kîjan rêxistinê hatiye."
Mîroglu got ku operasyonên KCKyê û bûyera Ûlûdereyê ji aliyê PKKya rêxistina terorê ve hat bikaranîn û diyar kir ku divê berxwedana gelê Rojhilat û Başûrê Anadoluyê ya hember derbeyan û wêrekiya mezin a ku nîşan dan bi vê bîrê re têkildar bê dîtin û bê nirxandin.
Orhan Mîroglu bal kişand ku di têkoşîna ku dijî FETOyê tê dayîn de divê ji rastiya ku ev rêxistin atmosfera li Rojhilat û Başûrê Rojhilat berhêlî dike tevbigerin û girîng e bihêlin ku raya giştî rast bê agahdarkirin.
Mîroglu wiha axivî: "Mitîng dê xizmetê vê yekê jî bikin. Ev dê bibe tiştekî gelekî girîng. Em vir tabî qala piştgiriyeke bi partiyên me yên siyasî re sînordar nakin. Ez wisa difikirim ku dê hemû rêxistinên civakî yên sivîl, rîspiyên me, hin eşîrên me yên hêzdar jî piştgiriyeke mezin bidin van mitîngan."
- "Pêngavekî gelekî rast e"
Parlementerê Wanê yê AK Partiyê Burhan Kayaturk diyar kir ku mitîngên tê plankirin ku li bajarên wekî Diyarbekir, Mêrdîn û Wanê dijî terorê bên kirin dê pêngavekî gelekî rast be û got ku "Terorê beriya her tiştê qesdê yekîtiya Tirkiyeyê kir. Hem terora Fethullahî hem jî PKK. Mixabin ku armancake hevpar a her duyan heye."
Kayaturk qal kir ku hemû bi hev re dîtin ka dijî FETO Tirkiyeyê têkoşîneke çawa da û wiha axivî: "Min li Wanê qerebalixên ku min di jiyana xwe de nedîtibûn dît. Dema ku mijar terorekî din be dibe ku heman têkoşîn bê dayîn."
Kayaturk axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Wek mînak li Wanê hember alaya tirkan hezkirina teşkîlatên me hebû. Lê sekaniyek hebû di mijara birîna alaya tirkan a her derê de. Carna wekî 'Dema em diçin bi HDPyiyan re di nav bera me de pirsgirêk derdikeve" fikar çêdibûn. Vê carê ev mijara alayê hat çareserkirin. Ji qonaxeke gelekî girîng derbas bûn. Li Wanê bi alayên 150-200-300 metroyî bi deh hezaran kes meşiyan. Ez wisa difikirim ku li herêmê hewcedarî bi mitîngeke wiha heye. Bi taybetî li Wanê ev hewcedarî gelekî diyar bû. Bi awayekî gelekî diyar jî gotine me. Bi ya min dê baş be. Mirovên herêmê xwe ew qas zelal nîşan dan ku kelecana li Wanê tu carî ji kelecana li Stenbol û Enqereyê kêm nebû."