15 Adar 2017•Rojanekirin: 16 Adar 2017
MARDÎN
Li Mêrdînê endamên PKKya rêxistina terorê êrîşî hêzên ewlehiyê kirin û 2 leşker şehîd ketin.
Li gor agahiyan li texma Uçyola Mazidagiyê ya li ser rêya Mêrdîn-Diyarbekirê endamên PKKya rêxistina terorê dema hêzên ewlehiyê derbas dibûn teqemeniya berê kiribûn erdê teqandin.
Hat destnîşankirin piştî êrîşê li herêmê operasyonê dest pê kir û rêya Mêrdîn-Diyarbekirê hat girtin.
Hat diyarkirin lêkolîna cendirmeyan a li ciyê bûyerê dewam dike.