26 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 26 Rêbendan 2017
ÎSTANBUL
Li Arnavutkoyê di fabrîqeyekê de piştî teqînê şewat derket, di şewatê de 4 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin di fabrîqeyeke plastîkê ya li ser Kolana Eşref Bidlîs ya li Taxa Hastahaneyê ya Hadimkoyê teqîn çêbû.
Piştî teqîna tê nirxandin ku di encama hevbandoriya madeyên xam ên plastîk de çêbûye şewat derket. Der barê rewşê de agahî hat dayîn û li ser vê yekê gelek ekîbên agirkujiyê, polês û ambûlansê sewqî cihê bûyerê kirin.
4 karkerên ku di teqînê de birîndar bûn birin Navenda Tibê ya Lîlyumê. Birîndar piştî midaxaleya ewil a ku li wir hat kirin rakirin nexweşxaneyên Lêkolîn û Perwerdeyê ya Bagcilarê û Kanunî Sultan Suleyman.

- Bi 25 wesayît û 85 personelan midaxale tê kirin
Di vê navberê de ekîbên agirkujiyê bi 25 wesayît û 85 xebatkaran midaxaleyî şewatê dikin û li cihê bûyerê jî 5 ambûlans amade ne.
Dan zanîn ku di dema midaxaleyê de car bi car teqînên biçûk çêdibin.