30 Nîsan 2017•Rojanekirin: 30 Nîsan 2017
İSTANBUL
Di operasyona ku ji aliyê ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlehiyê ya Stenbolê hat lidarxistin de 6 gumanbar hatin binçavkirin.
Ekîban danê sibehê li giştiyê bajêr operasyon bir ser gelek navnîşanan. Operasyona li Taxa Bêştelsîza Zeytînbûrnû, taxa Kazimkarabekîra Esenlerê, taxa Gulsûyûya Maltepeyê, hat kirin û polêsên tevgera taybet jî beşdarî operasyonê bûn. Di operasyonê da 6 gumanbar hatin girtin.
Gumanbarên ku wê beşdarî pîrozbahiyên 1ê Gulanê bibin û bi kevir û daran çalakiyên derqanûnî bikin hatin girtin û piştî muayeneya tendûristiyê ya li nexweşxaneya lêkolîn û perwerdehiyê ya Hasekiyê, birin Midûriyeta Ewlehiyê.