Ferizat Kaya
30 Nîsan 2017•Rojanekirin: 01 Gulan 2017
ADANA
Li Edeneyê ji bo kesên gumanbar bên girtin li 136 navnîşanan operasyona hevdem hat lidarsixtin.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Asayîşê ya Midûriyeta Bajêr bi 450 polêsan li 136 navnîşanan danê sibehê operasyona hevdem li dar xistin.
Di operasyona ku ekîbên Sûcên Organîze û Qaçaxçitî, Têkoşîna dijî Hişbirê, Tevgera Taybet û Terorê jî bêşdar bûn, 31 kesên ku li ser sucên "kirîna hişbirê, temînkirina cihê qumarê, xerakirina mohrê, îxlalkirina dayîna deyn, zirardayîna mal, dizî, bikaranîna çekên bêruxset, sextekarî" û gelek sûcan, hatin girtin.
-3 hezar û 100 kes hatin girtin.
Ekîbên Amirtiya biroya kesên gumanbar a girêdayî Midûriyeta Şaxa Asayîşe dijî kesên gumanbar ku di 2 meh û nîvê dawîn de der heqê wan da biryara girtinê hatiye dayîn operasyon hat kirin. Di operasyonê da 3 hezar û 100 kes hatin girtin.