Fatih Gazioğlu
13 Nîsan 2018•Rojanekirin: 18 Nîsan 2018
KAHRAMANMARAŞ
Li Elbistana navçeya Mereşê 68 kesên ku dixwestin biçin umreyê bi destê fîrmayekê hatin xapandin. Fîrmayê welatî birin Gazîentab û Rihayê gerandin û piştre dîsa anîn Elbistanê.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, xebatkarên fîrmayeke Qeyseriyê ji bo ziyareta umreyê 68 kes ji navçeya Elbistanê hildan û bi 2 otobêsan bi rê kirin.

Welatiyên ku piraniya wan kal-pîr bûn bona demekê li Gazîentab û Şanliurfayê hatin gerandin.
Ji hin welatiyên ku di qefîleyê de bûn zanîn ku hatine xapandin û li merivên xwe yên li Elbistanê geriyan. Welatiyên ku hatin xapandin çûn Midûriyeta Ewlehiya Elbistanê û îfade dan. Welatiyan di îfadeya xwe de gotin wan serê meriv 690 dolar pere dane fîrmayê û ji wan gilîdar bûn.

- "Em birin Şaliurfayê gerandin"
Ji welatiyan Durdu Mehmet Kiliç daxuyaniyek da nûçegihanan û got ku ew bona çûna umreyê pere dabûn fîrmayê lê hatine xapandin. Kiliç wiha got: "Serî de gotin me, em ê we ji Qeyseriyê bi balafirê bibin. Em li otobêsan swar kirin û birin Şanliurfayê. Evarê jî dîsa em vegerandin Elbistanê."
Ji mexdûran Yuksel Kiliç jî wiha axivî: "Em bona axa pîroz, bona çûna Mekke û Medîneyê bi rê ketin, lê em birin li Şanliurfayê gerandin."
Polêsan herdu şoferên otobêsê binçav kirin û bona îfadeyê birin emniyetê.