Haydar Şahin
13 Nîsan 2018•Rojanekirin: 14 Nîsan 2018
GAZÎANTEP
Mustafa Ekîciyê Kordînatorê Kanala TRT Kurdiyê der barê Operasyona Çiqlê Zeytûnê da got ku bi saya radyoya Kurdî, hingî herekatê dest pê kiriye her tim agahiyan didin Kurdên Efrînê û gel jî eleqeyeke mezin nîşanî weşanên radyoyê dide.
Ekîcî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku TRT Kudiyê di dema Operasyona Çiqlê Zeytûnê da karên kêrhatî û biserketî kirin.
Kordînator Ekîcî destnîşan kir ku di vê serkeftinê da 2 sedemên sereke hene û wiha axivî: "Ya ewil fedakariya hevalên me ye. Ya duduyan jî avantaja ziman e ku em pê bi rihetî gihîştin gel."
Ekîcî diyar kir ku bi piştgiriya wezîfedarên hêzên çekdar ên li qadê va agahiyên rast gihandin gel, di vê pêvajoyê da ji qadê agahî dan gel û ew her tim agahdar kirin.
Ekîcî got ku di vê pêvajoyê da hewcedarî û şahiyên gel derxistin pêşiyê û wiha pê da çû:
"Hûn jî dizanin ku TRT Kurdî hem weşana televizyonê hem jî weşana rayoyê dike. Me di weşana radyoyê da giraniya xwe da ser van herêman. Bi saya radyoya me ya Kurdî hingî Operasyona Çiqlê Zeytûnê dest pê kiriye em her tim agahiyan didin Kurdên Efrînê û ji bo wan bûn navenda agahiyan.
Gelê li Efrînê eleqeyeke mezin nîşanî weşanên me da. Piştî xeberên me gelek rexneyên piştgiriyê ên baş hatin ber destê me. Me dît ku di wan rexneyan da tê gotin ku herekata Tirkiyeyê ya ku pergalê ava dike ji hêla gel va eleqeyeke mezin dibîne. Bi rastî gelê Efrînê Tirkiyeyê wekî xerîb nabîne. Di peyaman da jî gelek caran ew hat gotin."