19 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2016
HELEB
Li Sûriyeyê konvoya ku ji 10 otobêsan pêk tê û hin sivîlan û hin terorîstên biyanî yên alîgirê rejimê ne tehliye dike, ji bajarokên Fua û Kefreyayê yên ku di bin kontrola Hizbullahê de ne û zêdetir şiî lê dijîn derkete rê. Dîsa li Heleba ku di bin kontrola rejimê de ye jî konvoyeke ji 46 otobêsan pêk tê ber bi Îdlibê ve derkete rê.
Li gor nûçegihanên AAyê yên li Heleb û Îdlibê, ji bajarokên Fua û Kefreyayê konvoyeke ku ji 10 otobêsan pêk tê û hin sivîlan û hin terorîstên biyanî yên alîgirê rejimê ne tehliye dike rê ket. Otobês ber bi Heleba ku di bin kontrola hêzên rejimê de ye diçin.
Ji hêla din li Heleba ku di bin kontrola rejimê de ye jî konvoyeke ji 46 otobêsan pêk tê ber bi Îdlibê ve derkete rê.
Duh di navbera muxalifan, rejim û terorîstên aligirê rejimê de ne lihevkirinek hatibû kirin. Lihevkirin di bin garantoriya Tirkiye û Rûsyayê de hatibû kirin.
Li gorî rêkeftinê, tê pêşbînîkirin ku ji muxalif û sivîlên li rojhilatê Helebê jê 20 hezar kes dê îro, yên mayîn jî dê sibê bên tehliyekirin.
Li beramberê vê jî dîsa tê pêşbînîkirin ku di nava 3 rojan da ji Fua û Kefreyayê bi tevahî 4 hezar kes bên tehliyekirin.
- Rewşa Fua ve Kefreyayê
Milîtanên girêdayî Hizbullah û Pasdaranê Îranê, Fua û Kefreyayê ku lê nêzîkî 15 hezar nifûsê şîe heye, kontrol dikin.
Bajarok 1,5 sal in di bin dorpêça muxalifan da ne. Lêbelê rejim ji asîman alîkariya însanî û leşkerî digehîne deverê. Pêdiviyên xelkê bi vî awayî tên cih.
- Ji Madaya û Zebadaniyê jî dê tehliye bên kirin
Bi mitabaqatê va bajaroka Madayaya Şamê û navçeya Zebadaniyê jî tehliyeyê çêbibin. Ev jî di bin dorpêçkirina artêşa rejimê û terorîstên alîgirê rejimê da ne.
Tê payîn ku hezar û 500 kesên ku nexweş, birîndar û zarokan pêk tên wê roja sêşemê werin tehliyekirin.
- Terorîstan nehîştibû ku tehliye werin kirin
Komên terorê yên ku alîgirê rejimê ne û di bin fermandeya Generalê Îranî Seyîd Cevad ye ne, pêncşem û îna çûyî êrîşî konvoyên tehliyeyê kiribûn û bi tevahî 18 sivîl kuştibûn.
Li gor rayedarên Neteweyên Yekbûyî çalakiyên komên terorê yên alîgirên rejimê sûcê şer in.