19 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2016
GAZÎANTEP
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê da Parlementerê Îdirê yê HDPyê Mehmet Emîn Adiyaman li Gazîentabê hat binçavkirin.
Ekîbên Şaxa Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Parêzgeha Gazîentabê li taxa Îbrahîmliyê, Adiyaman li mala xizmekî wî binçav kirin û paşê jî birin ji kontrola tenduristiyê derbas kirin.
Piştî miemeleyên li emniyetê Parlementer Adiyaman şandin Enqereyê.