28 Mijdar 2016•Rojanekirin: 29 Mijdar 2016
ELAZIG
Li Tunceliyê di navbera hêzên ewlehiyê û terorîstan da pevçûn derket. 2 leşkerên ku di pevçûnê da giran birîndar bûn û ew sewqî Elazizê kirin, li nexweşxaneyê şehît ketin.
Li gor agahiya ku hat hildan, hêzên ewlehiyê li texma Alîbogaziyê wexta ku di erazî da lêgerîn dikir, di navbera wan û terorîstan da pevçûn derket. Di pevçûnê da 2 leşker giran birîndar bûn û ew bi firokeyê va sewqî Elazizê Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê kirin, lê her du leşker li nexweşxaneyê şehît ketin.
Li herêmê ji bo girtina terorîstan operasyona ku dest pê kir, dewam dike.