16 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2017
TUNCELÎ
Li Pulumura navçeya Tunceliyê di operasyona ku hat kirin da terorîstê ku li gor tesbîtê bombekarê PKKê ye, hat berterefkirin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Walîtiya Tunceliyê hat dayîn, xebatên ji bo girtina terorîstan bi biryardarî didome.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku di çarçoveya xebatan da duh Fermandariya Cendirmeyên Bajêr li herêma gundê Başkalecîkê "Operasyona 136ê ya Cendirmeyê Şehîd 5 Qedeme Çawîşê Pispor Osman Oz" hat kirin û wiha hat gotin:
"Di çarçoveya operasyonê da bi terorîstan ra pevçûn derket û mensûbekî mêr ê rêxistina terorê bi çeka wî va hat bidestxistin. Li herêma bûyerê lêgerîn hat kirin û kalaşnîkofek, 4 şarjor, 100 fîşengên kalaşnîkofê, 2 bombeyên destan, 2 xêzekoda bêtêlê, 2 çenteyên piştê, 2 palaska, 4 kutûkên şarjorê û gelek alav hatin bidestxistin."
Li gor daxuyaniyê bi telîmata Serdozgeriya Komarê ya Tunceliyê mixtarê gundê Başkalecîkê û jina wî hatin binçavkirin.
- Hat tesbîtkirin ku terorîst bombekarê PKKê ye
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên ewlehiyê hat hildan, terorîstê ku mirî hat bidestxistin, 10 sal berê tevî PKKê bûye û Îskender Şahînê ku navê wî yê kod "Seyît Riza" ye.
Hat tesbîtkirin ku Şahîn li ser rêya Erzincanê teqemeniya destçêkirî bi cih kiriye, mayîn danîne, di mijara teqemeniyan da pispor e û tevlî gelek êrîşan bûye.
Li gor nirxandinê tiliya Şahîn di kuştina mamosteyê polê Necmettîn Yilmaz da jî heye. Mamoste Yilmaz di 16ê hezîranê da bi texsiya xwe diçû Gumuşhaneya welatê xwe.